

Ercan Bîngol; “Beyî hunermendên Kurdîaxiv pêşketina muzîka Kurdî ne mumkûn e”
Hunermend Ercan Bîngol beriya 3 mehan albûma xwe ya bi navê “Ron” derxist. Albûm ku bi şêwaza blues hatiye amade kirin gellek bal kişand. Me jî wek HAWAR NET bi Ercan Bîngol re ser albûma wî, xebatên wî yên dawî û li ser rewşa mûzîka Kurdî axifîn.
Ercan Bîngol: Baş tê bîra min, di zarokatiya xwe de dema ku stranek dihat guhê min, ez di cîhê xwe de disekinîbûm. Li mal ba ma di odekî tarî de, li derve derekî bama jî berê min ber bi ezman min guhdariya wê stranê dikir. Hema bê deng! Ez dikarim bêjim min bi guhdarîkirina bêdengiya muzîkê dest bi muzîkê kir.
“Hêmanên hevpar ya Kurdan û Afro-Amerîkîyan hene”
-HAWAR NET: Hûn terza xwe wek “bluesa kurdî” bi nav dikin… Hûn dikarin hinek ser meseleya “terz”ê nêrînên xwe bêjin?
Ercan Bîngol: Bi dinyayê ve tê zanîn ku blues li hember koletiyê serhildanek e û terzekî Afro-Amerîkî ye. Wek Kurdek li Tirkîyê dijîm tu têkiliyên minê bi serî hildanê li hember xulamiyê çandî û polîtîk tune bîya wê tiştekî sosret ba. Ne wisa? Di hela mafên bingehîn de gelek hêmanên hevpar ya Kurdan û Afro-Amerîkîyan hene. Her tiştê gelen bindest nêzê xwe dibînim. Muzîka Kurdî û blues di hêla rêderan de ne cûda ne. Lewma blues!
-HAWAR NET: Albûma we di medyaya sosyal de gelek deng veda. Li gorî we albûma we di bi giştî medyaya Kurdî de baş cîh girt an na?
Ercan Bîngol: Belê we rast got. Bi riya medyaya sosyal dengvedana albûma min ji bo min kêfxweşiyek e. Di demek nêz de jî “RON”, bi beşdarbûna min ya bernameyên televîzyonan, hêvîdar im, cîhê xwe di medyaya Kurdî de jî bigre.
Belê, em li ser difikirin lê niha kîjan stran e ne diyar e.
“Hinek stranbêjên Kurd ku bi stranên gelêrî distrên di warê pêşxistina muzîka gelêrî ya Kurdî de tew ji TRT xerabtir in.”
-Li gor reaksîyonên pêşîn gûhdarên we herî zêde kîjan stranên di albûma we ya “RON” de hez kirine?
Ez dikarim bêjim Bluesa Benda Sînê, Kûçik Hatin, Xwe Ker Ke û Ne Pir Dereng e stranên ku herî zede hatine guhdarîkirinê ne.
Ji bilî vana divê stranên gelêrî di bin baskê saziyekê bê parastin. Divê berhevkarên vê saziyê hebin û gund bi gund bigerin û van stranan tomar bikin û notayên wan binivîsînin. Bi vî awayî dikarin stranên gelêrî yên Kurdî li hember saziyên wekî TRT jî biparêzin. Wekî hûn zanin berhevkarên TRT û çend stranbêjên Kurd bi sedan stranên gelêrî yên Kurdî dizîn û wergerandin zimanê Tirkî û xistin nava repertuvara xwe. Hinek stranbêjên Kurd ku bi stranên gelêrî distrên di warê pêşxistina muzîka gelêrî ya Kurdî de tew ji TRT xerabtir in.
“Muzîkjenên Kurd ku wekî rêhevalekî pergalê dijîn sedema xitimîna mûzîka Kurdî ne”
Stranbêj û komên nifşa nû min dilşa dikin, bi rastî. Ev stranbej û komên ciwan bi terz û dengên cûda distrên. Li gor min ev pêşketinek e. Lê ne bes e. Xitimîn? Wek bersiva pirsa we ya jorîn min behsa pergalê kir. Li gor min, muzîkjenên Kurd ku wekî rêhevalekî pergalê dijîn sedema vê xitimînê ne.
Bêguman! Ji bilî erzanbûna wî, tu dikarî xwe bigihîjînî girseyek mezintir û ciwan. Di heman demê de tu dikarî di demek kurt de bi nêrînên guhdaran li ser stranên te çi ne agahdar bibî.
Mixabin bazara muzîka Kurdî qels e. Ma berê ku înternet ne belavbûyî bû, wî demê jî firotana albûmên Kurdî ji ber mp3an ne xurt bû. Baş e ku albûm li ser înternetê jî bê weşandin. Lê belê mafên telifê yên ew stranan bi rêya saziyên wek MESAM an jî MSG baş bê şopandin. Bila stranbêj muzîkên xwe stran bi stran neweşînin. Beravajî stranên xwe di albûmekê de kom bikin. Ji ber ku her albûm di xwezaya xwe de baş an jî xerab xwediyê çirokekê ye.
“Divê şîrketên muzîkê jî di vî warî de piştgirî bidin hunermendên xwe”
Bi rastî sedem gelek in. Heger dixwazin ezê behsa berpirsiyariya hunermendan bikim. Yekê ku wek hunermend tê binav kirin divê xwediyê berpirsiyariyê be. Li gor min nikare derkeve derveyî rastiyên jiyana xwe. Divê yekê / yeka ku derd û gazin û gilîyên wî / wê hene bi hunere re mijûl be. Wekî din bi min vala tê û ne xwediyê nirxekê asta bilind e. Beravajî bi min tiştekî ji rêzê ye.
Heta ji destê hunermendan tê nasandina albûmên xwe yên nû dikin. Ev tişt piranî bi produksîyonan ve girêdayî ye. Divê şîrketên muzîkê jî di vî warî de piştgirî bidin hunermendên xwe.
Ez bixwe jiyanê bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî dijîm. Ji ber ku em bi gelên din re jî di têkilîyê de ne û bi karekî re mijûl in, dixebitin. Mixabin ez wek Kurdek li Tirkîyê jiyanê perçe bi perçe dijîm û divê ez di nav van jiyanan de bikaribim biherikim û cîhê xwe bizanibim. Ma lewma min navê “RON” li albûma xwe kir. Heger hunermendên ku bi Kurdî distrên nikarin di jiyana xwe ya rojane de hertim Kurdî bikar bînin, bila bi Kurdî bifikirin. Hewce ye ku hunermendên bi Kurdî distrên Kurdî bizanibin û Kurdîaxiv bin. Beyî hunermendên Kurdîaxiv pêşketina muzîka Kurdî ne mumkûn e.
“Gelek klîp bi pere an jî bi rêya têkilîyên şexsî tên weşandin”
Qelsbûna produktoriya muzîka Kurdî yek ji sedemên herî mezin e. Ji bo stran di televîzyonan de bên weşandin klip pêwîst e û klip bimesref e. Ji bilî vî tiştî ez bawer nakim televîzyonên Kurdî pir qayilê weşandina stranên bi terzên blues, rock an jî popê ne. Jixwe gelek klîp jî -wek albûman- bi pere an jî bi rêya têkilîyên şexsî tên weşandin. Ez û gelek hevalên min ên muzîkjen di vî warî de sêwî ne. Hêvîdar im biguhere.
Gîtar, tembûr, kemana kundirî, bilûr, ney, cimbiş, ûd û hwd. Lê belê ji ber muzîka bluesê ez bi piranî bi gîtarên akustik û elektrîk re mijûl im.
Heta ji deste min tê, ji bilî muzîk û karê xwe, berê xwe didim helbestvanên Kurd. Yek ji wan jî hevalê minê delal, Memê Mala Hine ye. Carna bi wî re li ser wêjeya Kurdî nîqaşên me jî çêdibin. Memê Mala Hine wxediyê helbesta Lo Lo Qulingo ye. Di albûma duyem de jî herî kêm dê helbestekê wî cîh bigre.
Ez –ji nifşa nû an jî ji nifşa berê, baş an jî nebaş- guhdariya hemû stranbêjên Kurd dikim. Hemû hêja ne û divê muzîkjenek ku bi Kurdî distrê, hemû stranbêjên ku bi Kurdî distrê nêz ve nas bike. Lê bes, ez dikarim bêjim ji dengbêjan Şeroyê Biro û Şebabê Egîd gelek hez dikim.
Ji hunermendên biyanî guhdariya B.B. King, Buddy Guy, Albert King, Albert Collins û hwd. dikim.
Di rojeva me de çend konsert hene.
“Ji kerema xwe muzîkjen û stranbêjên Kurd bicivin û ji bo pêşxistina muzîka Kurdî gengeşî bikin”
Hema, ez amûrek bama û bikaribama strana azadiyê lêdama, ji serê min zêdetir dibû.
Ji qehremanan pir hez nakim.
Tiştekî ku nekuje xûrtir dike… (Friedrich Nietzsche)
Ez li Enqerê dijîm û karê wergerandin û mamostetiya zimanê Îngîlîzî dikim. Sere sibê diçim kar û êvarê dizivirim mala xwe. Heta razim jî piranî bi muzîkê re mijûl im an jî tiştan dixwînim.
Ji kerema xwe muzîkjen û stranbêjên Kurd yên her terzê li hev bicivin û ji bo pêşxistina muzîka Kurdî gengeşî bikin.
Ez jî spasiya we û xebatkarên HAWAR NETê dikim û di jiyana we ya rojnamegeriyê de serkeftinê dixwazim… (HAWAR NET / Hawar Net servîsa çand û hunerê)